PeyamaKurd – Vaksîna Korona ya ji aliyê kompaniya Çînî SinoVac ve hatiye çêkirin û ji 3 milyon dozan pêk tê, gihîşt Tirkiyê.
Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medaya civakî diyar kir, balafira beşa yekem a vaksînên Tirkiyê yên înaktîf vediguhêzîne, bi dema Kurdistanê saet 19.50 ji balafirxaneya Pekînê rabû, îro Çarşemê serê sibê saet 05:44ê gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê.
Bo depoyên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, 17 konteyner vaksîna Covid-19ê hatin veguhestin.
Fahrettin Koca da zanîn: “Balafira ku beşa yekem a vaksînên me vediguhêzîne, gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê. 14 rojan tê bêne testkirin û pîştî wê dê bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Gel, vaksîn destpê bike. Em bi hev re dê serbikevin.”
Berî niha, 2 caran dema şandina vaksîna Koronayê ya Çînê bo Tirkiyê, hatibû paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin