Krîza kuştina ajanê du alî di navbera du dewletên mezin de her diçe dijwartir dibe. Rûsya ragihand ku wê bersiva Brîtanyayê bide.
Rêvebireke Rûs yê di asta bilind de, bo Ajansa nûçeyan ya Rîsyayê; bo RIA yê radigihiye ku dema Rûsya bixwaze dikare ji 23 yan zêdetir dîplomatên Brîtanyayê derbixe derveyê Rûsyayê.
Dadgeha Rûsyayê bi tohmeta ku bo Îngîlîzan sîxuriyê kiriye, di sala 2006an de 13 sal ceza dabû Sergey Skripal. Lê paşî Brîtanya û Rûsya casûsên xwe li Viyana bi hev guhertibûn ku Skripal yek ji wan bû.
Brîtanya dibêje ku Rûsya hefteya borî jehrê daye sîxur Sergey Skripal û keça wî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin