ISÎDê êrîs kir, 9 leskerên Rûsyayê hatin kustin!

ISÎDê êrîs kir, 9 leskerên Rûsyayê hatin kustin!

PeyamaKurd- IŞÎDê li Dêra Zorê êrîşek pêk anî. Di encama êrîşê de 9 leşkerên Rûsyayê û 26 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku IŞÎDê li Sûriyê li Dêra Zorê êrîşî herêmekê kir ku li wê derê leşkerên Rûsyayê jî hebûn. Di encama êrîşê de 9 leşkerên Rûsyayê û 26 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê bûyerê de berî niha daxuyaniyek dabû û gotibû di encama êrîşê de 4 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û 3 jî birîndar in. Ji xeynî vê jî, Hêzên Rûsya û Rejîma Sûriyê jî ji çekdarên IŞÎDê 43 kuştine û 6 trempêlên wan yên şer jî îmha kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin