PeyamaKurd – Li ser kuştina cîgirê serokê buroya siyasî yê Hamasê Salih el-Aruri ku artêşa Îsraîlê li Beyrûdê lê xist û kuşt, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî bi nivîskî ragihand ku rûdanê şermezar dike. Kenanî bang li dezgeyên navdewletî kir ku bikevin nav tevgerê. Bi taybetî konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî.
Kenanî got ku Îsraîlê car din îsbat kiriye ku koka wan li ser terorê û sûcan hatiye avakirin.
Ajansa fermî ya Lubnanê NNA li ser bûyerê gotibû k udi êrîşa dronî ya Îsraîlê de li ofîsa Hamasê 6 kes hatine kuştin.
Salih el-Aruri kimdir cîgirê serokê Hamasê yê büroya siyasiye. Di sala 1966an de li Ramallahê hatiye dinyayê û di avakirina tûgayên Kassem de destekê daye damezrandinê. El-Aruri, 15 sal di zîndanên îsraîlê de maye, piştî cezayê xwe qedandiye, Îsraîlê wî dersînor kiriye û li Lubnanê bicîh bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin