PeyamaKurd – Çalakiyên parêzeran ê li dijî qanûna ‘Pir Baroyî’, encam neda. Îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiye da hat ragihandin, qanûna “Pir Baroyî” bi awayekî fermî ket warê cîbicîkirinê.
Qanûna "Pir Baroyî" ku li Parlamentoya Tirkiyê bi piştgiriya parlamenterên AK Partiyê û MHPê hatibû pesendkirin, îro Çarşemê 15ê Tîrmeha 2020an di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.
Bi vê yeke zagona nû ya sîstema Pir Baroyî dikeve warê cîbicîkirinê.
Li gor qanûnê, li bajarên ku hêjmara parêzerên zêdeyî 5 hezar be, dê bikaribin baroyekê damezrînin, lê ew bi merca ku herî kêm 2 hezar parêzer endam hebin. Herwiha parêzerek dikare bibe endamê baroyekê tenê.
Herwiha ev merc dihêle ku tenê li bajarên weke Stenbol, Enqere û Îzmirê, ku rêjeya ji sedî 68 a Yekîtiya Baroyan pêk tên da, baroyên nû bên vekirin.
Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û 80 baroyên Tirkiye li dijî vê yasayê derketibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin