Li Batmanê di rojekê de 37 haletên nû yên koronayê hatin tespîtkirin

Li Batmanê di rojekê de 37 haletên nû yên koronayê hatin tespîtkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di van rojên dawî de, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibe.

Odeya Bijîşkên Batmanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, 37 pêketiyên nû yên nexweşiya Covid-19 hatine tomarkirin û banga wergirtina tedbîran kir.

 Di daxuyaniya nivîskî ya Odeya Bijîşkên Batmanê û Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê (SES) şaxa Batmanê de hat gotin, ji 27ê Gulanê ve hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her zêde dibe û hejmar gihîştiye 625 kesan û 7 kesan jî wefat kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku 20 karmendên tenduristiyê jî bi Covid-19 ketine û heta niha 6 hezar û 200 test hatine kirin.

Hat gotin ku di nav 24 demjimêrên borî de ango di rojekê de 37 haletên nû yên pozîtîf hatine tomarkirin û li ser zêdebûna metirsiyê hişyarî hat dayîn.

 Odeya Bijîşkan li ser destpêkirina jiyana asayî ya ji 1ê Hezîranê û pê de jî banga zêdekirina tedbîran kir û xwest, testên teşhîskirina koronayê werin zêdekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin