PeyamaKurd - Keça ji Rojavayê Kurdistanê Dalya Mehmûd Muslim a şervana YPGJê ku tê gotin, biraziya serkirdeyê PYDê Salih Muslim e, piştî ku xwe radestî hêzên Tirkiyê kiribû bi mercê kontrola edlî hat berdan.
Şervana YPJê Dalya Mehmûd Muslim çend roj berê piştî ku ji Başûrê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bûbû, li bajarê Mersînê xwe radestî hêzên ewlehiya Tirkiyê kiribû. Muslim îro derket pêşberî dadgehê û bi şertê kontrola edlî hat serbest berdan.
Dalya Mehmûd Mûslim a 21 salî ku nasnavê yê nav YPJê “Viyan Şervan” bû, îro 27ê Tîrmehê piştî kontrolên tenduristiyê derket pêşberî dadgehê.
Piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê ji aliyê dadgeha nobedar a Mersînê ve, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî Tirkiyê hat berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin