Li oteleke Wanê 36 koçber hatin desteserkirin

Li oteleke Wanê 36 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navçeya Îpekyolu bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di otelekê de 26 koçber hatin desteserkirin.

Navenda Asayîşa Wanê ragihand ku îro 25ê Tebaxê li Taxa Bahçivan a navçeya Îpekyolu di operasyonekê de li otelekê 26 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di operasyonê de 4 gumanbarên ku karê qaçaxçîtiyê organîze dikin jî hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Talîbanê dest daniye ser deshilata Afganistanê, rojane bi sedan koçber bi ser Îranê de, ji ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibin ku bajarê Wanê jî bûye cihê derbasbûna koçberên afganî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin