PeyamaKurd – Artêşa Iraqê ji bo sîstema xwe ya berevaniya asmanî bi hêz bike, sîstemeke nû ya çavdêriya asmanî datîne.
Li gor Fermandarê Hêza Asmanî ya Iraqê Ferîq Rukin Şihab Zengene do Yekşemê daye zanîn, sîstema nû ya radarê ya asmanî wê Iraq bikaribe bi awayekî rast çavdêriya asmanê xwe û sînorên xwe yên navdewletî bike.
Di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Ev sîstem di warê dûrbîn û vedîtinê de gelekî pêşketî ye, ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya asmanî û parastina Iraqê, em dikarin pişta xwe pê bibestin.”
Herwiha Hêza Asmanî ya Iraqê, beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê û berpirsê parastina asmanê Iraqê ye, çavdêriya sînorên navdewletî dike û erk û operasyonên asmanî pêk tîne. Dîroka damezrandina Hêza Asmanî ya Iraqê vedigere sala 1931ê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin