Amerîka dîmenên êrîsa ser Ketaîb Hîzbullahê belav kir

Amerîka dîmenên êrîsa ser Ketaîb Hîzbullahê belav kir

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon dîmenên êrîşên ser Ketaîb Hîzbullahê ku bi hevkariya Îranê tên zanîn belav kir. Pentagon dîmenan bi balafirên bê mirov kişandiye û ragihand ku ew dîmen yên baregehên Hîzbullahê ne.

Pantagon got ku wan êrîşê ser 2 baregehên li Sûriyê û 3 baregehên li Iraqê kirine û bi balafirên F-15 yan kirine. Êrîş bersiva wan roketên ku avêtibûn ser baregeha K1 ê ya Kerkûkê ye. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman weha gotibû:

“Hêzên Amerîkayê li hemberê dezgeyên Hîzbûllahê yên li Sûriye û Iraqê, bo qelskirina şiyanên wan hatine kirin. Di nav dezgeyan de depoyên sîlihan û navendên îdara planên êrîşên bo ser hêzên koalîsyonê hebûn.”

Di êrîşa Hîzbullahê ya ser baregeha Kerkûkê ya Amerîkayê de 30 roket bikaranîbûn, hemwelatiyekî Amerîka kuştibûn,4 leşkerên Amerîka û 2 hemwelatiyên Iraqê birîndar bûbûn.

Di êrîşên Amerîka de 25 kes miribûn û 50 kes birîndar bûbûn. Rêjeya hêzên baregehên Hîzbullahê ji aliyê Haşdî Şabî de hat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin