Li Sêwerekê kesekî di nav erebê de kustî hat dîtin

Li Sêwerekê kesekî di nav erebê de kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Li navça Sêwerekê li taxa Aywanatê kesekî 43 salî yê bi navê Hacı B.di nav ereba xwe ya rawestandî de mirî hat dîtin. Rêwiyên ku di wir de derbas dibûn, bûyerê dîtin agahiyê dan polîsan. Tîmên tenduristiyê li cesed nihêrtin ku tê de can nemaye.

Cenaze birin nexweşxana dewletê morga wê. Cenaze ji morgê hat şandin ji bo tiba edlî ya Rihayê ji bo bizanibin bê hatiye kuştin an ew xwe kuştiye.

Hat ragihandin ku li dora erebê û nav erebê gelek fişekên vala hatine dîtin û gule ji pare li kuştî ketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin