PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski ragihand ku ew dixwaze di wextekî nêz de seredana muza netewî ya Barzanî bike. Romanowski di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew nikaribûye tevlî merasima vekirina muzeyê bibe û ji ber li ser navê Amerîkayê, balyozê Amerîkayê yê Erbîlê Irvin Hicks tevlî merasimÊ bûye sipasiya wî kir. Romanowski weha dewam kir:
“Abîda Netewî ya Barzanî û muza wî, ji bo naskirina hêza jiyana bi hevre, Herêma Kurdistanê, Bexda û lîderên civaka navdewletî anî cem hev. Ji ber Amerîkayê temsîl kir sipasiya balyozê Hewlêrê yê Amerîkayê Hicks dikim. Bi hêviya ku di nêz de seredana muza bikim û ji nêz de bibînim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin