PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû ku çend roj berê bi Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kiribû got ku Erdogan partiya wan vexwendiye Tifaqa Cûmhûrê lê wan ev vexwendin qebûl nekiriye.
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, ji rojnameya Sozcuyê ya Tirkî re axivîye û piştperdeya hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kiriye ku Erdogan beriya niha li ser daxuyaniyên wî yên derbarê naveroka hevdîtinê de gotibû, ji bilî rêjeya 50+1 ya hilbijartina seroktiyê hemû gotinên Karamollaoglu ne rast in.
Temel Karamolaoglû di hevpeyvînê de pirs dike, ‘Gelo çi gotinên min kirine nerast in?” û li ser vexwendina Erdogan a nav Tifaqa Cumhur jî wiha dibêje ku Erdogan partiya wan vexwendiye Tifaqa Cûmhûrê lê wan ev vexwendin qebûl nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin