Ermenistan: Bi temamî cenazeyên 2.317 kesan gihaye tiba edlî

Ermenistan: Bi temamî cenazeyên 2.317 kesan gihaye tiba edlî

PeyamaKurd – Wezareta Dadê ya Ermenistanê ragihand ku şerê di 27 ê êlûnê de li Qerebaxê destpêkiriye, heya niha 1.400 leşkerên Ermeniyan hatine kuştin lê niha cenazeyên 2.317 kesan gihaye tiba edlî ya Ermenistanê. Di nav wan de hene ku nasnameyên wan nayên zanîn.

Berdevkê wezaretê Alina Nikoghosian, di ser hesabê medya civakî de ragihand ku dibêjin ji aliyê Ermeniyan 4.750 leşker hatine kuştin rast nîne û ew xeber tenê derew e. Li ser mijara ku berê hatibû gotin; ji Ermeniyan 1.400 leşker hatine kuştin, berdevk Nikoghosian weha got:

“Niha ew cesedên ku nasnameyên wan diyar nînin, bi tevahî 2.317 kesin û cenazeyên wan hat gihandin bo tiba edlî.”

Berdevk ragihand ku guherandina cenazeyan bi hev hêj nûh destpêkiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin