PeyamaKurd – Hêzên rejîma Sûriyê, di hundirê vê mehê de gundê Iblîn ê li navçeya çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê sê car in moşekbaran kirin û di encamê de, 7 sivîl bûn qurbanî ku 3 ji wan zarok in û ji yek malbatê ne, xanî bi erdê de hatiye rastkirin, zarok di bin kavilan de mane.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova û çavdêrên peywendîdar diyar kirin, piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed roja Şemiya borî sûnda yasayî xwar ji bo 7 salên nû yên serokatiyê, di gotara sûndxwarinê de soza kontrolkirina hemû Idlibê da. Hêzên hikûmetê, êrîşên xwe li dijî pêgehên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li navçeya çiyayê Zawiye dijwartir kirin û di encamê de, 14 sivîl li her du gundên Ihsim û Sirce hatin kuştin, 7 ji wan zarok bûn. Herwiha li Fua li bakurê rojhilatê Idlibê di encama moşekbarana hêzên hikûmetê de 9 sivîl hatin kuştin 3 ji wan zarok bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî agirbesta Rûsya-Tirkiyê ji bo Idlibê, ku di 6ê Adara 2020ê de kete warê cîbicîkirinê, lê hêzên hikûmetê û komên çekdar ên ser bi Îranê ve ti pabendî bi wê agirbestê nekirine, heta niha di navbera 6ê Adara 2020ê û 22ê Temûza 2021ê de, 156 sivîl li navçeya agirbestê ya Idlibê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin