PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê û li Til Temir, li ser dabeşkirina mulk û malên welatiyan, di navbera komên Opozîsyona Sûriyê de şer derket.
Li gor Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirova belav kiriye, li gundên Şlah, Zyabye û Rîhaniye yên di navbera Til Temir û Serê Kaniyê de, şer di navbera komên bi ser Sûltan Mûrad û Ehrar El Şerqiye de derket. Di encamê de, hejmarek çekdar ji herdu aliyan brîndar bûn.
Herwiha Rewangehê destnîşan kir, şerê di navbera herdu aliyan de li ser mal û milkên xelkê koçber bû, ev bû sedema hejmarek çekdaran xwe ji herdu gundan vekêşin.
Berî niha Rewangehê belav kiribû, çekdarên Opozisyona Sûriyê dest bi talankirina malên Kurdan li Serê Kaniyê û gundên ser bi Til Temirê ve kirine. Herwiha li gundê Ûm 'Şibe yê ser bi Til Temirê ve xaniyên welatiyan şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin