Kiliçdaroglu: Ez ê penaberên Efxanî û Suriyeyî bisînim

Kiliçdaroglu: Ez ê penaberên Efxanî û Suriyeyî bisînim

PeyamaKurd- Namzedê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu, di mitînga xwe ya li Kirşehîrê de axivî û bal kişand ser rewşa penaberên Suriyeyê yên li bakur û Tirkiyeyê.

Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de li ser qeyrana aborî jî rawestiya û got ku "Ya ku herî zêde di lêçûnên jiyana îro de xwedî pirsgirêk e, jin e. Ji ber vê yekê ez deyndarê jinan im." 

Namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

 “Ez ê Tirkiyeyeke ku zarokek birçî neçe nav nivînan ava bikim. Bi Sîgortaya Piştgiriya Malbatê re hûn ê gotinên ku di tu malbatê de dahata min tuneye, nebihîzin. Jin dê here pereyên xwe bikişîne. Kes dê pê nizanibe. Hûn ê feqîriyê dernexin holê. Heger li cihekî xizanî hebe, sûcê kesên ku wê dewletê bi rê ve dibin e. 

Ez ê xizaniyê biqedînim. Tu kes dê ji ber xizaniyê daxwaza alîkariyê neke. Ez ê biharê bînim vê axê, ez ê aştiyê bînim. Av, ceyran û xaza siruştî dê ji tu malbatekê qut nebe. Em ê bi hev re di nav aştiyê de bijîn.” 

Kiliçdaroglu rexne li siyaseta hikûmetê ya li ser koçberan jî kir û got,

"Tirkiye vegeriya xana rêwiyan. Hemû sînorên me hatin qunkirin. Min soz da ku em ê herî dereng di nav 2 salan de hemû xwişk û birayên xwe yên Suriyeyî bişînin Suriyeyê. Zarokên min bê kar in, zarokên te bê kar in û ew ê jî bi nîve mûçeya herî kêm dixebitin, ew jî mexdûr dibin. Em ê wan bişînin. Em li dijî îstismarkirina kedê ne. Efxan jî hene, em ê wan jî bişînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin