PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 120 welat ji bo Lûtkeya Demokrasiyê ya hefteya bê li Washingtonê ji aliyê Serokê Amerîka Joe Biden ve tê lidarxistin, hatine vexwendin.
Li gorî nûçeya kovara Foreign Policy a Amerîkî ku dispêre 3 rayedarên amerîkî, Tirkiye ji bo lûtkeya demokrasiyê nehatiye vexwendin, ji ber fikarên Amerîka yên wekî astengiyên endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandayê.
Herwiha wan rayedaran daye zanîn ku Tirkiye û Macaristan di warê demokrasiyê de bi paş ketine û vê jî fikarên Washingtonê zêde kirine.
Di nûçeyê de herwiha hatiye gotin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di deshilatdariya xwe ya 20 salan de hemû hêzên dewletê xistine kontrola xwe û pêkhatên demokrasiyê tesfiye kirine.
Lûtkeya Demokrasiyê di navbera 28-30yê Adarê de tê lidarxistin û 120 welat tê de beşdariyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin