PeyamaKurd- Parlementera bajarê Hekkariya ya HDP ê Leyla Guven do li Diyarbekirê axaftinekî kir û got: “Heya doza Kurd dewam bike, wê tevlî gerîllayan bibin, wê şer jî çêbibe û pevçûn jî”. Li ser vê gotina Leyla Güven serdozgeriya Diyarbekirê lêpirsînê da destpêkirin. Axaftina Güven weha dewam kiribû:
“Dê ev dewam bike ji ber sedema şer ne HDP ye. Zîhniyeta ku şer derdixe, ew zîhnîyeta ku mesela Kurd bê çareserî dihêle. Heya ev dewam bike, wê xelk tevlî gerîlla bibe, şer jî çêbibe û pevçûn jî…” ”.
Serdozgeriya Diyarbekirê wê di derbarê Leyla Güven de, fezleke amade bike û bişîne meclisê.
İYİ partî ji meclisê daxwaz kiribû ku mafên parastina parlementeriyê yên bo Leyla Güven bên rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin