Dersîm | Polîsan destûr neda merasîma bîranîna Seyîd Riza

Dersîm | Polîsan destûr neda merasîma bîranîna Seyîd Riza

PeyamaKurd - Li Dêrsimê polîsan parka Seyîd Riza dorpêç kir û rê nedan ji bo bîranîna 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî daxuyanî bê xwendin.

Îro 15ê Mijdarê 84 sal di ser darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re derbas bûn û bi vê boneyê biryar bû li parka Seyîd Riza ya bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye, lparêzgariya Dêrsimê hemû çalakî û xwepêşandan hatine qedexe kirin ku polîsan jî parka Seyîd Riza dorpêç kir û nehiştin li Parka Seyîd Riza bicivin û daxuyaniya bîranîna salvegera darvekirina Seyîd Riza û herêyên wî bixwînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin