Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê kar li ser projeyên girîng û stratejîk dike

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê kar li ser projeyên girîng û stratejîk dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya îro 12ê Hezîranê ya Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê de ku ji aliyê Wezîr Dana Ebdulkerîm ve hat pêşwazî kirin, guhdariya projeyên wezaretê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna taybet a li Wezareta Avedankirin û Niştecihbûnê de, destnîşan kir; tevî kêşe û qeyranên darayî, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor plana û budceya li ber dest û ji ber karnameya çaksaziyê, karî bi hevkariya karta taybet çendîn proje li seranserî Herêma Kurdistanê bicih werîne, bi taybet di warê veguhestin û rêyan de.

Serokwezîr Barzanî diyar kir, hikûmetê kar li ser projeyên girîng û stratejîk kiriye, wek projeya avakirina hêla hesin ku pêngaveke gelekî girîng e ji bo pevgirêdana bajar û navçeyan û pêşvebirina pevguhertina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û welatên cîran de.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa plana hikûmetê kir ku di warê niştecihkirinê de biryar e bîst hezar xaniyên nişticihbûnê bi hevkariya karta taybet ji bo kirênîşînan û kêmderametan li parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê û bi nirxekî kêm û qistên dirêj û bi kalîteya baş bêne avakirin. Di heman demê de, kar li ser temamkirina rêkarên avakirina 9 hezar yekeyên nîşticihbûnê yên din bê kirin ku çend sal in dest bi avakirina wan hatiye kirin û heta niha temam nebûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di civînê de tekezî li wê kir ku pêwîst e gelekî girîngî ji bo gundên Kurdistanê bê dayîn û rêyên wan bên nûjenkirin û jiyana gundiyan bê baştirkirin, ji bo vê mebestê jî hikûmeta dikare bi hevkariya karta taybet, piştgîriyê li dirustkirina projeyên biçûk di warê çandinî, pîşesazî û pîşeyên destan li gundan bike, ji bo gundiyên Kurdistanê jê sûdê bibînin û aboriya Kurdistanê geştir bibe.

Di dawiya civînê de, hejmarek pêşniyar û rasparde ji bo başkirina karûbarên wezaretê, cibicîkirina projeyan, nehîştina rûtîn û zêdetir xizmetkirina welatiyan ji aliyê amadebûyan ve hatin pêşkêşkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin