PeyamaKurd – Di hefteyên borî de, hin siyasetmedar, di nav wan de kesayetên payebilind ên Îranê, îdia kirin ku fetwaya rêberê wî welatî Ayetullah Elî Xamineyî ya qedexekirina çekên nukleerî dikare were guhertin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku piştî axaftinên zêde yên hefteyên dawîn ên li ser guherandina stratejiya qedexekirina çekên nukleerî li welêt, doktrîna Îranê di vê mijarê de neguheriye.
Kenanî li salona konferansê ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û bernameya siyaseta derve ya welatê xwe û pêşhatên herêmê nirxand.
Kenanî amaje bi wê yekê jî kir ku di hefteyên borî de hin siyasetmedarên Îranê îdia kiribûn ku dibe fetwaya rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ya qedexekirina çekên atomî were guhertin û got: "Di doktrîna nukleerî ya Îranê de tu guhertin çênebû. Îranê li gor fetwayê hilberandin û bikaranîna çekên nukleerî qedexe kir."
Kenanî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku çekên komkujî hem ji bo mirovahiyê hem jî li ser ewlekariya navneteweyî xeternak e.
Ji aliyê din ve Kenanî diyar kir ku welatê wî plan dike ku balyozxaneyeke virtual ji welatiyên Filistînê re veke û ev sîstem niha di qonaxa ceribandinê de ye û got, "Di encama şêwirdariyê de, mekanîzmayên pêwîst ji bo vekirina balyozxaneyek virtual ji bo Filistînê di nav Wezareta Karên Derve de wekî qonaxek ceribandinê hatin pêkanîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin