PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis kir û di hevdîtinê de şanda mêvan li ser birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir.
Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Jan Kubisê Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir.
Di civînê de Jan Kubis, xweşhaliya xwe bi birêveçûna hilbijartina Paralamentoya Kurdistanê diyar kir û pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û ev hilbijartin bi proseyeke serkeftî da zanîn.
Jan Kubis, rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê di vê hilbijartinê de wekî nîşaneya rewşenbîriya siyasî ya xelkê Kurdistanê nîşan da.
Herwiha nirxandin û birêveçûna serkeftiya hilbijartinê jî wekî nîşaneyekî girîng a parastina bingehên demokrasiyê li Herêma Kurdistanê da xuyakirin.
Her di vê civînê de pêşhatên siyasî yên dawî yên di nav proseya siyasî ya Iraqê de û hengavên dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya di vê derbarê de, nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin