PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 24ê Tebaxê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civîna ku cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amadehî kir de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijara gotûbêjên li ser encamdana proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir, ew li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel wê yekê ne ku rêz li dema yasayî were girtin û hilbijartin di dema xwe de were encamdan û neyê paşxistin.
Di civînê de, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, raporteke berfireh li ser sektora ava vexwarinê ya li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku tê de zanyarî û data, kêşe û astengî û girift, pêşniyar, rasparde û planên demkurt û bilez û demdirêj ên stratejîk ji bo çareserkirina kêşeya ava vexwarinê hatin eşkere kirin.
Sasan Ewnî bal kişand ser çavkaniyên avê ku rojane zêdetirî sê milyon û sed û bîst û pênc hezar metre sêca av tê dabînkirin û lêçûna berhemanîna avê, salane bi qasî 500 milyar Dînar dibe li ser budceya hikûmetê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê kir ji bo amadekirina vê raporta taybet û wiha axivî:
“Erkê pêşîn ê Hikûmeta Herêmê ye ku hemû hewldan werin kirin ji bo dabînkirina ava pak û paqij ji bo welatiyan, lê belê di heman demê de kêşe û qeyrana kêmaviyê jî li ber çavan were girtin û divê bi her awayî bixebitin ji bo rêgirtina li hederkirina avê û bikaranîna wê ya zêde, bi taybetî guherîna keş û hewa û encamên wê yên neyînî, gefeke cidî ye li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, ku neçarî qeyrana kêmavî û hişkesalî û kêmbûna baranê û kêmbûna ava bin erdê û ser erdê dibe û divê ji hemû aliyan ve, amadekariyên pêwîst werin kirin ji bo rûbirûbûna vê qeyranê û sînordarkirina bandorên wê yên neyînî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin