Kazimî: Ez bang li hêzên siyasî dikim, berpirsariya xwe li hember rewsa siyasî hilgirin

Kazimî: Ez bang li hêzên siyasî dikim, berpirsariya xwe li hember rewsa siyasî hilgirin

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya Mûsilê de daxwaz ji hêzên siyasî kir ku berpirsariya xwe li hember rewşa siyasî hilgirin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Kazîmî îro di serdana xwe ya ji bo Mûsilê de destnîşan kir: “Ez bang li hêzên siyasî dikim, berpirsariya xwe li hember rewşa siyasî hilgirin.”

Herwiha eşkere kir, Kazimî îro serdana parêzgeha Neynewayê kir û bi parlamenter û berpirsên parêzgehê re civiya.

Hat ragihandin ku Kazimî tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera desthilatên yasayî û cibicîkirin kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin