RAPOR | Îranê di sala 2023yan de 659 kes îdam kirin

RAPOR | Îranê di sala 2023yan de 659 kes îdam kirin

PeyamaKurd - Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya di roja cîhanî ya “Rawestana li Hember Cezayê Bidarvekirinê” de, amarên sala dawî ya îdamên li Îranê eşkere kir.

Li gorî raporê ji destpêka sala 2023yan heta niha, 659 kes li Îranê hatine bidarvekirin û bi hezaran kes li benda îdamkirinê ne.

Hate diyarkirina ku rêjeya îdaman li gorî sala borî %24 zêde bûye û li gorî du sal berê jî %84 zêde bûye.
Ji nav 659 kesên hatine îdamkirin, 17 kes jin, 1 di temenê bin 18 saliyê de û 7 kes jî li cihên giştî de li berçavên xelkê hatine bidarvekirin.

Herwiha hate gotin ku ji sedî 63yê îdaman bêyî agahdarkirina malbatên wan bi nepenî hatine înfazkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşa “Jîna”yê ve, hijmara sepandina cezayê bidarvekirinê li Îranê bi awayekî berçav zêde bûye û piraniya kesên ku cezayê bibidarvekirinê bi ser wan de hatine sepandin jî ji dadgehkirineke dadperwerane bêpar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin