PeyamaKurd – Piştî qedexekirina asmanên welatên Bulgaristan, Makendoyaya Bakur û Montenegroyê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nekarî serdana xwe ya plankirî bo welatê Sirbistanê pêk bîne.
Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser mijarê ragihand, ji ber ku çend welatên derdorê asmanê xwe li pêşiya balafirên Rûsyayê girtine û rê nedane derbasbûna balafira Wezîrê Derve Lavrov, serdana bo Sirbistanê hat betalkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber şerê Rûsya yê dijî Ukraynayê Yektîya Ewropa û Brîtanya ji dawiya meha Sibatê ve qedexeya firînê li ser balafirên Rûsyayê danîne û asmanê xwe ji balafirên Rûsyayê re girtine.
Bulgaristan a endamê Yekîtiya Ewropayê welatên Montenegro û Makedonyaya Bakur jî herî dawî destûr nedan balafira Lavrov asmanê wan bikar bîne û derbasî Sirbistanê bibe.
Li nav Ewropayê Sirbistan welatekî xwedî pêwendiyên herî baş bi Rûsyayê re ye, ji ber ku Kremlîn piştgirîyê dide siyaseta Sirbistanê ya nasnekirina serxwebûna Kosovoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin