PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 saetên borî de 29 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa koronayê belav kir.
Mistefa ragihand ku 29 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin ku 7 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Tebqayê, 4 kes li Reqayê û 1 kes li Dêrezorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa herwiha eşkere kir ku di nav 24 saetan de 2 kes jî nexweşiyê baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 8314 kesan, ji wan 1172 kes baş bûne û 284 kesan jî wefat kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin