Diyarbekir | Bi bernameyekê Cegerxwîn hat bibîranîn

Diyarbekir | Bi bernameyekê Cegerxwîn hat bibîranîn

PeyamaKurd – Sazî û rêxistinên xebatên hunerî û ziman ên li Diyarbekirê, ji bernameya bîranîna helbestkarê nemir ê Kurd Cegerxwîn li dar xist.

Li gor zanyariyan, di bernameyê de helbestên Cegerxwîn hatin xwendin û xelat dan kesên xizmeta edebiyata Kurdî kirine.

Bernameya bîranîna helbestkarê Kurd Cegerxwîn, ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Enstituya Kurdî Ya Amedê ve hat lidarxistin.

Herwiha di bernameya bîranîna Cegerxwîn de kesên ku ji ber xizmeta ziman û edebiyata kurdî xelat sitendin diyar kirin ku divê rola Cegerxwîn ya di warê hişmendiya neteweyî de neyê jibîrkirin û sitendina xelatê di bernameyek wisa de wek serbilindiyê pênase kirin.

Helbestkarê Kurd Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Mele Şêxmus e di sala 1903yan de, li Gundê Hesarê ya Kercewsa Batmanê hatiye dinê û 38 sal berê di 22yê Cotmeha 1984an de li Stocholmê koça dawî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin