Siyasetmedar Hamît Geylanî bi 6 sal 3 mehan hat cezakirin

Siyasetmedar Hamît Geylanî bi 6 sal 3 mehan hat cezakirin

PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî ji aliyê Dadgeha Amedê bi tohmeta ‘endamtiya PKKê 6 sal û 3 meha hat cezakirin.

Doza li dijî Hamît Geylanî, parlamenterê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Colemêrgê li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêve çû.

Dozger di wê rûniştinê de îddîa kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) sîwana KCKê ye û bi tohmeta ku Hamît Geylanî beşdarî kar û xebatên KCDê bûye û hewl daye yekîtiya netewî ya Kurdan pêk bîne, daxwaz 15 sal cezayê zindanê bo wî siyasetmedarê Kurd kir.

Serdar Ozer, parêzerê Hamît Geylanî jî di dadgehê de amade bû û ew tohmetên arasteyî Geylanî hatine kirin red kirin û got ku ti delîleke şênber ê wan tohmetan nîne û bêbingeh in.

Lêbelê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Hamît Geylanî birî û derketina wî bo derveyî welat qedexe kir.

Berî niha ji ber beşdariya Hamît Geylanî di civîneke KCDê di 2011an de ku wê demê Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, doz hatibû vekirin.

Hamît Geylanî berî niha 5 caran di zindanê de maye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin