PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dem bi dem kontrolên asayîşê tên kirin û kesên ku polîs li wan digere an kesên ku biryara zîndanîkirina wan hebin dikevin tora asayîşê û tên girtin. Li Xarpêtê di kontrola asayîşê de 48 kes bi sedema guman û sûcan hatin girtin. Ji wan 16 kes hatin şandin bo zîndanê.
7 kesên ku wendabûn û malbatên wan li wan digeriyan hatin dîtin û wan teslîmê malbatên wan kirin. Di kontrolan de 8 demançeyên bê ruxset, 48 fişek, tivingên nêçîrê, 3 alavên birek, hinekî esrar, eroyîn û metamfetamîn hatin girtin.Otêlekî bi sedema kirina fihûşê bo 30 rojan hat girtin. Îqametgehekî bo 3 mehan hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin