Deriyê Kapiköyê an ku Sarayê tê girtin

Deriyê Kapiköyê an ku Sarayê tê girtin

PeyamaKurd- Deriyê Kapıköy di navbera Tirkiyê û Îranê de ye û li ser sînorê Wanê ye ku dikeve navçe ya Sarayê. Bi sedema ku li Îranê koronavîrus zêde belav bûye, wê derî bo çûn û hatina rêwiyan bê girtin. Girtina derî îşev siet di 24.00 ê şevê de destpêdike û ne diyare wê heya kengê dewam bike.

Li gor ragihandina ku ji parêzgehê hat kirin, li Îranê koronavîrus derketiya asta ku nayê kontrolkirin û divê deriyê Kapıköyê bo rêwiyan û bazirganiyê bê girtin. Xebatkarên ku li deriyê bejahiyê yê Kapıköyê dixebitin, wê herin deriyê rêya hesin yê Kapıköyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin