PeyamaKurd – Prensê cîgir Mihemed bîn Zayed el-Nahyan, roja Çarşemê bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed re civiya.
Li gor Ajansa nûçeyan ya dewleta Îmaratê WAM diyar kir, do Prensê cîgir Mihemed bîn Zayed el-Nahyan, bi serokê Sûrîyê Beşar Esed re geşedanên li Sûrîyê û Rojhilata Navîn nîqaş kir.
WAM, di derbarê hevdîtinê de ti hûrgulîyên din neda.
Hevalbendên sereke yên herêmî yên Washington, têkilîyên xwe yên aborî û dîplomatîk bi Esad re zêde kirine.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) mîsyona xwe li Şamê di dawiya 2018an de ji nû ve vekir, hemberî bandora aktorên ne-Ereb yên wek Îranê.
Li Sûriyê, Îran ligel Rûsyayê pişta Esed digire û Tirkiye jî piştgiriya hêzên serhildêr dike.
Urdun, hevalbenda Amerîka ya bihêz, di dawiya Îlonê de deriyê sînor yê bi Sûriyê re bi tevahî vekir, ji bo pêşxistina aboriya welatan û ji nû ve xurtkirina pêwendiyên dewletên Erebî bi Sûriyê re.
Herwiha Qralê Urdunê Abdullah jî piştî dehsalan, vê mehê cara yekem bi Esad re peyivî. Herwiha, wezîrên derve yên Misir û Sûrîyê meha borî li Civata Giştî ya NY li New Yorkê civiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin