Bi fermana Serokwezîr Barzanî li Amediyê 147 projeyên cuda têne çêkirin

Bi fermana Serokwezîr Barzanî li Amediyê 147 projeyên cuda têne çêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi ferman û rizamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi bihayê 26 milyar dînaran 147 proje li navçeya Amediyê ya Duhokê têne çêkirin.

Qeymeqamê Amediyê Îsmaîl Mistefa, ji medya Kurdistanê re ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razî bûye ku 147 projeyên xizmetguzariyê li navçeyê werin çêkirin.

Qeymeqamê Amediyê da zanîn ku di nava wan projeyan de çêkirina pire û nûjenkirina kolanan, projeyên av û berqê jî cî digirin.

Hat eşkerekirin ku tenê li nehiyeya Şeladizê wê 35 proje werin çêkirin ku 112 projeyên din jî wê li nehiyeyên Dêralûk, Çemankê û dêrelûk û Serseng û Bamerrnî, Kanî Masî û li navbera Amediyê werin çêkirin û di demeke nêzîk de wê proje dest pê bikin.

Îsmaîl Mistefa daye xuyakirin ku wê li çend gundên Amediyê jî çend proje birêve biçin û rêyên gelek gundan wê werin çêkirin û li ser pirsa hatûçûnê wê asankarî bêne kirin

Mistefa da zanîn ku wê di çarçoveya pêkanîna wan projeyan de 34 dibistan jî werin nûjenkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin