Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tora xwebesan damezrand: Her kes dikare besdar bibe

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tora xwebesan damezrand: Her kes dikare besdar bibe

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi daxuyaniyekê damezrandina toreke xwebexş li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ragihand.

Hat diyarkirin ku her kes dikare beşdarî tora xwebexşan bibe ji bo ku rûbirûyî her qeyraneke sirûştî yan mirovî bibin.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hatiye eşkere kirin, hemwelatî dikarin li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzabî bibin xwebexş û di dema rûdana her qeyraneke sirûştî yan mirovî de alîkariya projeyên xizmetguzariyê bikin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir, kesên xwebexş dê beşdarî perwerde û rahênana ji bo bersivdana bilez li hember qeyranan bibin û di dema rûdana her qeyraneke sirûştî yan mirovî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê pêwendî bi wan xwebexşan bike, da ku alîkariya kesên ziyandîtî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin