PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand ku bûyerên li Afxanistanê dibin êşê didin mîsyona navdewletî. Merkel li ser bûyerên li Afxanistanê civîna çapemeniyê lidarxist û balê kişand ser kontrola Talîbanê ya li seranserê welat. Merkel weha got:
“Ev, bo Almanya û hevkarên wê pêşdeçûneka bi êş e. Bo têkoşîna bi terorê re 20 sale em li Afxanistanê ne. Tiştên me plan kir me nikaribû bicîh bînin û hewlên me têkçûn. Tiştên em jiyan, divê ji wan ders hilînin û di karên weha de divê mirov karibe hedefa xwe biçûk bike. Heya niha li Afxanistanê 59 leşkerên me yên jiyana xwe ji dest dane, bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim.”
Me berê 1.900 Afxaniyên ku alîkariya me kiribûn, me wan anî Almanya û ji 1.500 Afxaniyên din, me pêwendiyê bi 600 an re daniye. Li balafirgeha Kabîlê rewş xweş nîne. Balafira bi tîpa A-400 ya ku me şandiye, hêvî dikim ku karibe xwe deyne balafirgehê.”
Serokwezîr Merkel li ser mijara pêla koçberan jî axifî û weha got:
“Hedefa me ya esasî anîna wan kesên alîkariya me kirine lê niha li Kabîlê derfeta tevgerê nemaye. Wan mirovan ditirsin û em ê hewl bidin da li welatên cîran bijîn. Em naxwazin xeta sala 2015 an dubare bikin. Bo vî halî em ê teklîfê û destekê li welatên cîran bikin. Em bo rewşa Afxanistanê bi serokê Fransayê Emmanule Macron re di nav têkiliyan de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin