Sedir bertekek tund ji êrîsa ser Hewlêrê re nîsan da û silav li kurdan kir!

Sedir bertekek tund ji êrîsa ser Hewlêrê re nîsan da û silav li kurdan kir!

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, derbarê êrîşa şevê din a bi 12 moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de peyamek belav kir û bertekek tund nîşan da.

Sedir êrîş bi tundî şermezar kir û got, “Hewlêr di bin agirê têkçûn û xiyanetê de ye.. Ey Hewlêr û Kurd; heta hikûmeta piraniyê were pêkanîn ji min bo we silav.”

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kir: “Wekî Kurd ne iraqî bin bi ser de jî di bin êşa birçîbûnê de ne. Ew (Kurd) pişika Iraqê û beşeke jê cuda nabin in.”

Sedir piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got: paylaşımında “Ey Hewlêr û Kurd; heta hikûmeta piraniyê were pêkanîn ji min bo we silav.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin