PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê û namzedê hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu, li bajarê Qersê ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ku wekî cîgirê serokomar hatine diyarkirin, beşdarî bangeşeya hilbijartinê bû.
Kilicdardoglu di axaftina xwe ya li Qersê de, got ku ew dê di nav dewletê de lîyaqatê pêk bînin û hemû erkan bidin ehlên wê.
Herwiha Kilicdaroglu destnîşan kir, “Em ê demokrasî, aştî û aramiyê bînin her bost axa welat. Em ê dawiyê li astenga herî mezin a li pêşiya demokrasiyê ango kiryara qeyûmê bînin.”
Kilicdaroglu, ji bo penaberên Sûriyeyê jî got, “Em ê birayên xwe yên Sûriyeyî, di nav du salan de, bêyî nijadperestiyê vegerîn welatê wan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin