Di encama êrîsê de 32 kes mirin

Di encama êrîsê de 32 kes mirin

PeyamaKurd – Li Afrîkayê li welatê Etiyopyayê li herêma Oromiyayê, li devera Wollega ya Rojava, rêxistina bi navê Artêşa Rizgariya Oromoyê (OLA) êrîş bir ser deverê û di necamê de 32 kes can dan.Hukumeta ragihand ku êrîş bo ser sîvîlan hatiye kirin û kesekî ku nemiriye û ji bûyerê rizgar bûye, ragihandiye ku bi dehan kes di en camê de mirine. Hukumeta Etiyopyayê weha ragihand:

“Sîvîlên aştîxwaz bi awayekî hovane hatin kuştin.”

Kesê ku ji bûyerê rizgar bûye û nexwestiye navê xwe bide çapemeniyê, bo çapemeniyê weha gotiye:

“Piştî me komkirin, bi sîlihan li me xistin. Paşî xaniyan talan kirin û di pey de şewitandin. Min ji 50 cesedan zêdetir jimart. Ez dizanim wekî din jî yên kuştî hebûn.”

Ji rêvebirên herêma Oromiyayê, Elias Umeta jî ragihand ku herî kêm 32 kles mirine û herî kêm 20 xaniyan şewitandine. Êrîş ji aliyê Artêşa Rizgariya Oromo de hat kirin. Li dora 700-750 kes ji ser warên xwe çûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin