PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen bertekeke tund nîşanî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterresê ku Xezze weke "goristana zarokan" bi nav kir û banga agirbesta lezgîn kir.
Cohen li ser X-ê Guterres etîket kir û wiha nivîsî, "Heyf û xebînet."
Daxuyaniya Cohen wiha dewam kir:
“Zêdetirî 30 zarokên ku di nav wan de pitikek 9 mehî ku şahidê kuştina dê û bavên xwe yên bi xwîn sar bûne, li dijî daxwaza xwe li Şerîda Xezzeyê tên ragirtin. Pirsgirêka Xezzeyê Hamas e, ne kiryarên Îsraîlê yên ji bo tasfiyekirina vê rêxistina terorê."
Antonio Guterres çi got?
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku li Xezzeyê tu kes ne ewlehiyê de ye.
Guterres ku derket pêşberî çapemeniyê diyar kir, êrîşên Îsraîlê li sivîlan, nexweşxane, kampên penaberan, mizgeft, dêr û navendên Neteweyên Yekbûyî didin û got, "Xezzeya ku her roj keç û xort tên kuştin û birîndarkirin, veguheriye goristana zarokan."
Guterres jî Hamas sûcdar kir û got, sivîl wek mertal tên bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin