PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî îro bi hêzên Besîc re civiya û dîsa gef li xwepêşanderan xwar û red kir ku bi wan re danûstandinê bike û daxwazên wan bicih bîne.
Li gor zanyariyan, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji hêzên Besîc kir ku hewla tepeserkirina xwepêşanderan bidin û got, pêwîst e xwepêşanderên ku ew bi “serhildêr û terorîst” bi nav dike, bên cezakirin.
Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî di civînê de, xwepêşandan wek “negirîng” bi nav kir û diyar kir, “divê ev tiştên negirîng jî bên çareserkirin” û rûbirûbûna xwepêşanderan “yek ji karên herî girîng ên Besîc” bi nav kir.
Herwiha Elî Xamineyî careke din xwepêşander wek destên welatên din bi nav kir û got, “Ew di hewlên xwe yên berê de bi ser neketin lê niha dixwazin bi awayekî din vegerine meydanê.”
Xamineyî da zanîn, “Meydana şer ne qada şerê çar şelafên li ser cadeyan e, helbet ev nayê wê wateyê ku em çavên xwe ji xwepêşanderan re bigirin, divê hemû serhildêr û terorîst bên cezakirin, tu guman li ser vê yekê nîne.”
Xamineyî bang li Besîciyan kir û got, “Divê ev çalakî bên çareserkirin. Ev yek ji girîngtirîn erkên Besîcan e, ango şerê li dijî serhildêran.”
Besîc hêzeke ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve ye û di şikandina xwepêşandanan de rol lîstiye.
Herî dawî Rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê, xwepêşander bi welatên din û bi taybetî Amerîkayê ve girê dide û dibêje, wan welatan berê jî di çarçoveya rêkeftina atomî de hewl dabûn Komara Îslamî ya Îranê bitewînin, lê bi ser neketin û niha jî dixwazin bi awayekî din vegerin meydanê û aloziyan çêkin.
Xamineyî her wiha anî ziman, “Hinek dibêjin ji bo ku alozî bi dawî bibin divê pirsgirêkên xwe yên bi Amerîkayê re çareser bikin an jî divê dengê gel bibihîsin. Dengê dilêriya gel di 13ê Cotmeha îsal de hat bihîstin.”
Roja 4ê Mijdarê li Îranê wek roja xwendekaran tê naskirin û alîgirên hikûmetê her sal di vê rojê de dimeşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin