Ji Bahçelî bo Erdogan: Nahêlim gotin bê ser ‘kanka’yê min

Ji Bahçelî bo Erdogan: Nahêlim gotin bê ser ‘kanka’yê min

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku bi AKPê re di bin banê ‘Tifaqa Cumhur’ de ketiye hilbijartinê li ser rexneyên li Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê têne kirin got ku ew gotinê nayîne ser destbirakê (kanka) xwe.

Li gorî nûçeya Sabahê ku nêzîkî AKPê ye Bahçeli li Kampa Kizilcahamam di sohbeta xwe ya ji medyayê re girtî de, derbarê rexneyên li Erdogan têne kirin got, “Ez gotinê nayînim ser kankayê xwe.”

Hêjayî gotinê ye, AKPê tevî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de li Tirkiyê serketî xuya bike jî li bajarên mezin ên wekî, Enqere, Stenbol, Edene, Antalya û Îzmîrê şaredariyên wan bajaran bi dest nexistin.

Ev jî wekî şikestineke mezin a ser deshilatiya AKPê û Erdogan tê nirxandin.

Herwiha ji ber rêveberiya otorîter a ku fişareke giran li ser muxalîfên xwe dike û şaredariyên wekî Mêrdîn û Stenbolê radestî namzedê di hilbijartinê de bi ser ketine nake, li hûndir û qada navdewletî rexneyên tund li Erdogan û AKPê têne girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin