PeyamaKurd - Qadir Hacî Elîyê ku yek ji damezrînerên Tevgera Gorranê bû ligel Newşîrwan Mistefa, ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku Qadir Hacî Elî îro li bajarê Silêmaniyê ku ji nexweşiya koronayê tedawî dibe jiyana xwe ji dest daye.
Qadir Hacî Elî, yek ji hevalên nêzîkî serkirdeyê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa bû.
Qadir Hacî Elî sala 1955an li Silêmaniyê hatiye dinyayê û perwerdehiya jeolojiyê xilas kiribû. Sala 1980an bûye pêşmerge ku endamê Komeleya Rencderan ya Kurdistanê bû û piştre jî bûbê endamê YNKê.
Qadir Hacî Elî sala 1994an dezgeha îstixbarata YNKê (Zanyarî) ava kiriye û ji sala 1998an heta 2000î sekreterê polîtburoya YNKê bû.
Qadirê Hacî Elî sala 2009an ji YNKê veqetiya û bi Newşîrwan Mistefa û çend kesên din re, Gorran damezirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin