Modela Brezîlyayî ya ku ji bo ser çûbû Ukraynayê li Xarkivê can da

Modela Brezîlyayî ya ku ji bo ser çûbû Ukraynayê li Xarkivê can da

PeyamaKurd – Modela Brezîlyayî Talita Rodrigo ya ku ji bo şer çûbû Ukraynayê, li Xarkivê can da.

Modela Brezîlyayî Talita Rodrigo ya berî 3 salan di nav Hêza Pêşmerge de li dijî DAIŞê şer kir, di dawiya meha borî de ji ber êrîşên Rûsyayê li Xarkivê can da.

Li gor zanyariyan, Talita Rodrigo di êrîşeke moşekî ya Rûsyayê de li Xarkivê di 30ê Hezîrana 2022an de, bi leşkerê berê yê Artêşa Brezîlyayê Douglas Burrigoi re can daye.

Talita Rodrigo dema ku li Herêma Kurdistanê di nav Hêza Pêşmerge de bû, weke segman perwerde dîtiye û li Ukraynayê jî wek segman erka xwe aniye cih. Birayê wê Theo Rodrigo diyar kir: “Talita tevahiya jiyana xwe ji bo alîkariya mirovan terxan kir.”

Talita Rodrigo 39 salî bû û berî niha di nav Hêza Pêşmerge de li dijî DAIŞê şer kiribû. Talita Rodrigo berî xwendina beşa qanûnê, model û lîstikvan bû ku bi rêxistinên xêrxwazî yên ji bo rizgarkirina ajelan re xebitiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin