Japonya: Wê heya 2035an hezar û 500 serikên nuklerî yên Çînê çêbibin

Japonya: Wê heya 2035an hezar û 500 serikên nuklerî yên Çînê çêbibin

PeyamaKurd – Di encama xebatekî wezareta bergiriyê ya Japonyayê ya li ser welatê cîran Çînê hat kirin de, hat ragihandin ku wê heya sala 2035an, Çîn bibe xwediyê 1.500 serikên şer yên nuklerî. Rapora ku wezareta Japonyayê ya bergiriyê ragihand navê wê ‘bergiriya Japonya ya 2023an’ e.

Japonya dibêje ku ji şerê cîhanê yê yekem heya niha bi rewşekî ewlehiya herî tevlihev û şiddetê re rû bi rû ne. Kore ya bakûr, Çîn û Rûsya li herêmê xebatên xwe yên leşkerî zêde kirine, xwe di herêmê de pêşde birine û van xebatan ewlehiya Japonyayê tehdîd dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin