ISÎDê li Kerkûkê, Kurdekî dî jî înfaz kir!

ISÎDê li Kerkûkê, Kurdekî dî jî înfaz kir!

PeyamaKurd- Çeteyên IŞÎDê li bajarê Kerkûkê li navçeya Daqûqê bi ser gundê Havt Texar de girtin. IŞÎDê li gund Kurdekî sivîl înfaz kir û 2 kes jî birîndar kirin.

Hat ragihandin ku çeteyên IŞÎDê bi trempêlekê hatine gundê Havt Texarê û çûne mala gundiyê bi navê Kazim Hacî Huseyn û xwestine ku Huseyn dikanê ji wan re veke. Lê belê Huseyn ev daxwaza wan red kiriye. Ji ber vê yekê çeteyên IŞÎDê li wê derê ew înfaz kirine û keça Huseyn û gundiyekî dî jî birîndar kirine.

Piştî bûyerê çeteyên IŞÎDê ji gund derketine û çûne.

Ji 16ê Cotmehê û vir de herêm ketibû destê hêzên Heşdî Şebiyê de. Lê ev demeke dirêj e ku IŞÎD êrîşî vê herêmê dike û tevgerên terorî didomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin