PeyamaKurd- Hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê di topbaranê de şivanekî Kurd kuşt.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê şeva borî hêzên Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê topbaran kirine û di encama wê êrîşê de, şivanekî Kurd ku pezê xwe diçêrand bi giranî birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku navê şivanê ku di topbaranê de can daye Resûl Bakend e û ji gundê Bazirgan ê Pîranşarê ye.
Çend roj berê jî li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê şivanekî bi navê Yusif Ehmedî di encama êrîşa hêzên Îranê de can dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin