PeyamaKurd – Komên çekdar ên Iraqê îro danê sibê bi balafirên bê mirov êrişî parzûngehên petrolê yên li Heyfa ya Îsraîlê kirin.
Komên ku xwe wek Berxwedana Îslamî ya Iraqê didin nasîn, di daxuyaniyeke kin de ragihandin ku ev êrîş ji destpêka şerê di navbera komên çekdar ên Filistînî û Îsraîlê li Şerîda Xezzeyê "li hemberî qetlîamên siyonîstan li dijî sivîlên bêçek ên Filistînê" hatiye kirin.
Komên Iraqî berî niha berpirsîyarîya bi dehan êrîşan li dijî armancên Îsraîlî û hêzên Amerîkî li Iraq û Sûrîyê ji 7ê Cotmehê ve, dema ku şerê Îsraîlê li dijî Şerîda Xezzeyê destpê kiribû, girtibû ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin