PeyamaKurd- Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, li ser sînorên navbera Tirkiye, Rojava û Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku di desthilatiya wan de dê bi navê “artêşa başûr” artêşeke nû bê avakirin.
Meral Akşener, di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de diyar kir ku ew ê artêşeke nû ava bikin da ku ji Hatayê heta Colemêrgê li ser sînorên Rojava û Herêma Kurdistanê bê bicihkirin.
Seroka ÎYÎ Partiyê di axaftina xwe de bal kişand ser têketina penaberan a nav axên Tirkiyeyê û li ser vê yekê plansaziya tifaqa ku di nav de ye, hanî zimên.
Akşener got, "Di vê dîmena ku sînorên me bûne wekî bêjingê de ne pêkan e ku Birêz Erdogan û hevalên wî hebûna welêt berdewam bikin.
Ji ber vê yekê jî dema ku em hatin, hem ji bo têkoşîna bi bandor a li dijî terorî hem jî ji bo parastina sînorên me, em ê Artêşa Başûr ava bikin."
Piraniya partiyên siyasî yên ku di Hilbijartinên Serokomariyê yên 14ê Gulanê û Parlamentoya Serdema 28emîn de li Tirkiyeyê hevrikiyê dikin, penaberên ji welatên din ku di serî de Suriye û Afxanîstanî ne, di nav propagandaya hilbijartinên Tirkiyeyê de cih digirin.
Li ser vê daxuyaniya ku ji aliyê Akşener ve hat ragihandin, ji aliyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar ve şîrove hat kirin û Akar got ku “ev yek, mijara pêkenînê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin