Serokwezîr Barzanî, biryara Parlamentoya Luksemburgê nirxand

Serokwezîr Barzanî, biryara Parlamentoya Luksemburgê nirxand

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew li ser naskirina jenosîda li dijî xelkê Êzdî, pêşwaziyê li biryara Luksemburgê dike.

Serokwezîr Barzanî, li ser biryara Parlamentoya Luksemburgê ya nasandina jenosîda tawanên rêxistina terorî ya IŞÎDê, peyamek belav kir. Serokwezîr bi rêya peyamê got,

“Em şîna Êzidiyên ku di fermana dawî de hatibûn qetilkirin dikin. Ji bo ku em car din ligel civaka Êzidiyan bicivin û kujerên wan radestî edaletê bikin, em ê hewilên xwe bi hêz bikin. Ji bo ku piştgiriya malbatên ji cihên xwe bûne bê kirin û ji bo ku Şingal asayî bibe, em ê bangên xwe berdewam bikin.”

Rêxistina Mafên Êzidiyan (Yazda), ragihandibû ku Parlamentoya Luksemburgê, roja çarşema borî qetlîamên li dijî xelkê Êzidî yên ji aliyê IŞÎDê ve wekî ‘jenosîd’ nas kiriye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin